Azadkirina kempeke eskerî li Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254998-azadkirina_kempeke_eskerî_li_mûsilê_ji_lepên_daiŞ_ê
Li gorî agahiyên Rûdawê rayedarê hêzên ewlehî yên Iraqê Muqdem Ebdulemîr diyar kir ku ew zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve dihatin revandin an jî yên ku bi xwe beşdarî DAIŞ`ê dibûn, li vê biryargehê dihatin perwerdekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2017 13:20 Asia/Tehran
  • Azadkirina  kempeke eskerî  li Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê

Li gorî agahiyên Rûdawê rayedarê hêzên ewlehî yên Iraqê Muqdem Ebdulemîr diyar kir ku ew zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve dihatin revandin an jî yên ku bi xwe beşdarî DAIŞ`ê dibûn, li vê biryargehê dihatin perwerdekirin.

Li Mûsilê biryargeha herî mezin a DAIŞ`ê ya ku ji bo perwerdehiya milîtanên zarok û xwarinê dihat bikaranîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kontrolkirin.

Biryargeha terorîstên DAIŞ`ê, ku berê ji bo trênê weke tunelê hatibû amadekirin û ji aliyê DAIŞ`ê ve navê Biryargeha Tedmûrê lê hat kirin, ji aliyê hêzên ewlehî yên Iraqê ve hat kontrolkirin. Hat gotin ku ew biryargeh nêzîkî balafrixaneya Mûsilê ye.

Li gorî agahiyên Rûdawê rayedarê hêzên ewlehî yên Iraqê Muqdem Ebdulemîr diyar kir ku ew zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve dihatin revandin an jî yên ku bi xwe beşdarî DAIŞê dibûn, li vê biryargehê dihatin perwerdekirin.

Hêzên ewlehiyê piştî ew biryargeh kontrol kirin, ew der ji teqemeniyan paqij kirin. Her wiha hat diyar kirin ku bilindahiya tunelê bi qasî 10 mitroyan e û dirêjahiya wê jî nêzîkî 2 kîlomitro û nîv e.

Operasyona  azadkirina rexê rojava ya Mûsilê bi hevkariya 100 hezar hêzên iraqî ser fermana  Ebadî serokwezîrê Iraqê ji destpêka  heftuya buhurî destpê bû.