Ebadî spasiya hêz û şiyanên hêzên iraqî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254986-ebadî_spasiya_hêz_û_şiyanên_hêzên_iraqî_kir
Heyder Ebadî, serokwezîê Iraqê tekez kir,divê hêz û pêşdeçûna hêzên iraqî li operasyona azadkrina Mûsillê, were ecibandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2017 12:23 Asia/Tehran
  • Ebadî spasiya hêz û şiyanên hêzên iraqî kir

Heyder Ebadî, serokwezîê Iraqê tekez kir,divê hêz û pêşdeçûna hêzên iraqî li operasyona azadkrina Mûsillê, were ecibandinê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Heyder Ebadî li civîna rojnamevaniyê li parêzgeha  Wasitê, li rojhilata Iraqê, bal kişand ser pêşdeçûnên  destxwe yên hêzên eskerî yên vî welatî li operasyona  azadkirina Mûsilê û tekez kir, ger ev welata nebuya, terorîstên DAIŞê gihêştibûn  welatên derdora  kendava Farsê. 

Heyder Ebadî bal kişand ser kontrola hêzên eskerî yên Iraqê ser taxên  Mûsilê, tevî liv û tevegrên  DAIŞê jibo xisara zêdetir ser xelkê sivîl û diyar kir ku li saya  hêz û şiyanên  hêzên  ewlehiyê  û li dijî terorîzmê yê welêt,  dê diyardeya nehs a terorîzmê li Iraqê dê ji nav here .

 Her wiha di dewama  pêşdeçûna  hêzên iraqî ji mêhwerên  curbicur li rojava  Mûsilê, cebilxaneyeke  grûpa treorîstî ya DAIŞê hat îmhakirin.

 Hêzên iraqî şerê li kolan û çarsiyan li hember terorîstên  DAIŞê li taxên  El-Dewasê û El-Şuhedayê li rojava Mûsilê didomînin bi curekê ku  sê bereyên pevçûnê tev treorîstên DAIŞê ji sê aliyan  vekirin da ku dorpêça wan girantir bikin.

 Eva di rewşekê de ye ku  Ebûbekir Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya  DAIŞê li axiftinekê wek  xutbeya xatirxwestinê li bara işkesta vê grûpê li Iarqê li xwe mukir hat û ji endamên   ev grûpa terorîstî xwest ku  penaha xwe bibine navçên çiyayî.

 Li gor nûçeyeke din gorneke komî li navça  Qiyarê li başûrê Mûsilê  ya hejmarek ji xelkê sivîle iraqî hatiye keşfkirin ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine  kuştin.