Du teqîn li başûra Bexdayê
Sibat 28, 2017 15:45 Asia/Tehran
Bingehên ewlehiya Iraqê ji qewimîna du teqînên terorîstî li başûra Bexdayê xeber dan
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Bingehên ewlehiya Iraqê ragihandin ku îro sêşemê du teqînên terorîstî li başûra Bexdayê û li nîzikiya sporgehekê qewimîn.
Ajansa Sûmiriye News`ê jî îro ji zarê polîsê Iraqê ragihand ku ji ber van du teqînên terorîstî li başûra Bexdayê kesekî sivîl hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Hatiye ragihandin ku terorîstekê jî xwe li rojavaya Remadiyê teqand.