Lavrov: Rewşa Mûsilê ji ya Helebê xirabtir e
Wezîrê karên derve yê Rûsîyê ragihand ku rewşa Iraqê ji ber kiryarên têrorîstan giran û xirab e.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê herwiha got: Rewşa Mûsila Iraqê xirantir ji rewşa Heleba Sûrîyê ye. Em dem bi dem vê mijarê ji şirîkên xwe yên rojavayî re dibêjin.
Wî li dewama qisekirina xwe got: Rewşa insanî li bajarê Mûsilê zef bitalûketir ji rewşa rojhilata Helbê ye.
Berî vîya jî Zêrevanîya Mafên Mirovan li Iraqê ji hevalbendîya navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi fermandeyîya Amerîkayê xwestibû ku li operasyona azadkirina rexê rastê yê Mûsilê zêdetir baldar be.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî amarên herî dawîyê yên Zêrevanîya Mafên Mirovan a Iraqê, 1428 welatîyan di mehekê da ji 20`ê Kanûna sala 2016`an va canê xwe ji dest dane.
Li gorî amarên NY jî nêzî 400 hezar kes ji niştecihên rojavaya Mûsilê li gorî ihtimalê ji ber kêmasîya xwarek û ardûyê neçar mane koç bikin.