Amerîkiyan li azadiya rojavaya Mûsilê tu roleke xwe tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254922-amerîkiyan_li_azadiya_rojavaya_mûsilê_tu_roleke_xwe_tune
Qumandê tîpa nehan a polîsê navendî ya Iraqê ragihand: Li operasiyona azadkirina aliyê rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê , tenê hêzên iraqî pişkdar in û berpirsyariya êrişên hewayî jî di destê hêza hewayî ya Iraqê bi xwe ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2017 14:04 Asia/Tehran
  • Amerîkiyan li azadiya rojavaya Mûsilê tu roleke xwe tune

Qumandê tîpa nehan a polîsê navendî ya Iraqê ragihand: Li operasiyona azadkirina aliyê rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê , tenê hêzên iraqî pişkdar in û berpirsyariya êrişên hewayî jî di destê hêza hewayî ya Iraqê bi xwe ye.

Hêmen Ebas Fazil El-Defafeyî qumandê tîpa nehan a polîsê navendî ya Iraqê li gotûbêja xwe ya îro sêşemê tev ajansa nûçan a IRNA`yê bal kişande ser şer û pevçûna di navbera hêzên artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞ`ê li başûra rojavaya Mûsilê û got: Li operasiyona azadkirina aliyê rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê , tenê hêzên polîs û hêzên berteka lezgîn a Iraqê pişkdar in û berpirsyariya êrişên hewayî jî di destê hêza hewayî ya Iraqê bi xwe de ye û hêzên amerîkî li vê operasiyonê qet ti rolek xwe tunen.

Hêmen Ebas Fazil El-Defafeyî destnîşan kir: Piştî azadiya pira çaran li başûra Mûsilê hêzên hevpar a polîs û hêzên berteka Lezgîn bi palpiştiya firokên şerî yên artêşa Iraqê ketine şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û niha hêzên iraqî dixebitin pira dudyan ji pênc piriyên li ser çemê Dicleyê jî ji destê terorîstan derxînin.

Wî bal kişande ser hizûra 800 hezar welatiyên iraqî li pişka rojavaya Mûsilê û ragihand; Texmîn tê kirin ku sedî 80 ji xelkê rojavaya Iraqê hema hîn jî di nav malên xwe da mabin.

Qumandê tîpa nehan a polîsê navendî ya Iraqê destnîşan kir; Êdî terorîstên DAIŞ`ê qudreta berxwedana li hemberî hêzên iraqî ji dest dane û hema bi lezgînî li halê revîna ji nav axa Iraqê ne û bi vê zûtiyê dê navçên Cewseq û El-Teyaran û Dendan jî bi vê zûtiyê dê ji destê terorîstan bê azadkirin.