Waliyê Mûsilê: Bi van zûtiyan Mûsil azad dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254900-waliyê_mûsilê_bi_van_zûtiyan_mûsil_azad_dibe
Hêzên Iraqê bi pêşveçûna li beşa rojavayê Mûsilê gihêştine yek kîlometriya avahiya walîtiya Mûsilê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2017 09:50 Asia/Tehran
  • Waliyê Mûsilê: Bi van zûtiyan Mûsil azad dibe

Hêzên Iraqê bi pêşveçûna li beşa rojavayê Mûsilê gihêştine yek kîlometriya avahiya walîtiya Mûsilê.

Li gor rapora IRNA, Hevdemê firîna helîkopterên artêşa Iraqê ser esmanê rojavayê Mûsilê hêzên polîs û Hêzên Berteka Lezgîn ên wezareta parastina Iraqê li dewama operasiyona xwe ya bejahî ji balafirgeha Mûsilê û bargeha Xezlanî derbas bûne û li devera xelknişîn ya Cewseq de ber bi navenda bajêr pêş ve diçin. 

Fermandarê polîs Şakir Cewdet ragihand ku hêzên hevpar ên Iraqê taxên Xezlanî, Teyran û Cewseq li rojavayê Mûsilê xistine bin kontrola xwe .

Şakir Cewdet herwiha got ku di encama berdewamiya operasiyona azadkirina Mûsilê 96 terorîst hatin kuştinû 13 makîneyên bombebarkirî yên terorîstan jî hatin îmhakirin û gelek çek û sîlah û tecîzat jî ketin destê hêzên iraqî.

Hêzên iraqê meha bihûrî beşa rojhilatê ya Mûsilê azad kiribûn û niha jî li beşa rojavayê Mûsilê terorîstên DAIŞ`ê hatine dorpêçkirin û nêzîk e ku ew bitamî li Iraqê ji nav herein.