Azadkirina navçên nû li rojava Mûsilê
Fermandê operasiyona `Wa Em Hatin Neynewa` li bara azadkirina gundekî li başûrê beşa Badûşê li rojava Mûsilê li bakurê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora Al-Alamê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona `` Wa Neynewa em tên`` ragihand: Yekînên leşkira nehan a zirihî, gundê Xebîrat El-Etşanê li başûrê navça Badûşê azad kirin û ala Iraqê li vî gundî bilind kirin.
Şakir Cewdet fermandê polîsê fedrala Iraqê jî got: Hêzên yekîna taybet a polîs û leşkirê pêncan a polîsê federal, riya sereke ya ku digihêje pireya çaran a navbera navçên Teyran û El-Dewastê li beşa rojava Mûsilê xistin bin kontrola xwe.
Li gor nûçeyeke din, Hêzên Heşdê Şebî roja duşemiyê hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê dema pêşdeçûna jibo azadkirina gundê Dernacê li beşa rojava Mûsilê kuştin.
Berpirsê erkantiya ragihandina şêr a Iraqê li vê barê got : Tîpa 26`an hêzên xwebexş ên gelanî bi piştgiriya tîpa 36`an a artêşa Iraqê karîn ku 15 terorîstên DAIŞê li girikên Etşanê û dem apêşdeçûna jibo azadkirina gundê Dernacê li perava rastê Mûsilê bikujin.
Hêzên hevpar ên iraqî ji destpêka operasyona azadkirina beşa rojava Mûsilê li 19 Sibata 2017an heya niha karîne navçe û gundên curbicur li vê navçê xistin bin kontrola xwe .