Idiaya nû ya Erebistanê li bara istiqrara Iraqê
Wezîrê karên derve yê Erebistanê ku vê sibê bi serdaneke nişkêve giheşte Bexdayê, li hevdîtina ligel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê idia kir ku welatê wî amade ye alîkarîyê bide pêkanîna istiqrarê li deverên azadbûyî yên Iraqê.
Li gorî rapora çavkanîyên iraqî, Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê serketinên vê dawîyê yên hêzên iraqî li hemberî koma têrorîst a DAIş`ê pîroz kirine û ragihandîye ku welatê wî amade alîkarîyê bide dabînkirina istiqrarê li deverên azadkirî yên Iraqê.
Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku Cubêyr ev yeka dema hevdîtina ligel Ebadî got.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Her du alîyan di vê hevdîtinê da li bara bihêzkirina peywendîyên dualî, rêbazên bihêzkirina wan di hemî waran da, têkoşîna li hemberî komên têrorîst û serketinên vê dawîyê li rojavaya şarê Mûsilê gotûbêj kirin.
Ebadî û Cubêyr li ser girîngîya hevkarîya zêdetir jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê û hizrên wan ku bandorê li navçê û dinyayê dikin, sekinîn.