Daxwaza UNESCO`yê ji civaka cehanî jibo vejîyandina mîrasa çandî ya Iraqê
Sazîya Perwerde, Zanist û Çandê ya NY (UNESCO) ji civaka navnetewî xwet ku jibo vejîyandina mîrasa çandî ya Iraqê ku tûşî kavilkarîyê bûye, hevkarîyê bikin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, nunerên dewleta Iraqê û nêzî 80 şarezayên mîrasa çandî yên seranserî dinyayê, li kombûna navnetewî ya hevdengîya jibo parastina mîrasa çandî ya deverên azadkirî yên Iraqê li bajarê Parîsê, plana damezirandina komîteya hevpar a navnetewî ya UNESCO`yê bi merema hevdengîya li warê berfirekriina projên netewî û navnetewî jibo vejîyandina mîrasa çandî ya Iraqê ppejirandin.
Îrîna Bokova (Irina Bokova), rêvebira giştî ya UNESCO`yê li vê kombûnê bal kişand ser xisar û zîyanên berfire ku di encama êrişên têrorîstan da li mîrasa çandî ya Iraqê ketine û got: Pêkanîna plana komîteya hevpar a UNESCO`yê xaleke werçerxanê jibo gelê Iraqê û jibo têgiheştina cehanî li bara rola mîrasa çandî li wan civakan tê hesêb ku pêrgî pevçûnan bûne.
Qêys Reşîd alîkarê wezîrê çandê yê Iraqê li beşa geştyarî û şûnewarên dîrokî jî li kombûna navnetewî ya hevdengîya jibo parastina mîrasa çandî ya deverên azadkirî yên Iraqê got: Têrorîstan derbên giran li şûnewarên dîrokî dane ku di vî warî da mirov dikare balê bikişîne ser kavilkirina ji sedî 70`yê şûnewarên Nêynewayê û ji sedî 80`yê Nemrûdê.
Qêys Reşîd pêkutî kir ku têrorîstan hin berhemên dîrokî yên Iraqê li galerî û navendên girîng ên wek Mûsilê bi rêya întêrnêtê li bazara qaçax firotine.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di salên buhurî da zîyanên giran li şûnewarên dîrokî û entîqexanên dîroka Iraqê dane bi awayekî ku hin şarezayên vî warî ser vê bawerê ne ku ev kavilkarî ewqasî berfire ne ku hin babet nayên cebirandinê.