Sê gund li rojavaya Mûsilê hatin rizgarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254602-sê_gund_li_rojavaya_mûsilê_hatin_rizgarkirin
Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî roja îniyê sê gund li derdora bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2017 04:19 Asia/Tehran
  • Sê gund li rojavaya Mûsilê hatin rizgarkirin

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî roja îniyê sê gund li derdora bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê azad kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Kerîm Nûrî berdevkê Heşdi Şeibî got: Hêzên gelanî yên Iraqê li opêrsiyoneke leşkerî ya hevpar li dijî baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya El Mehbeliyê ya derdora bajarê Til Eferê karîn ku gundên Um El Mesabid û El Zeytûnê azad bikin.

El Nûrî her wiha got: Li vê opêrasiyonê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê karîn ku herîkêm 52 kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji wan Ebî Ednan El Hac serkirdeyê vê koma têrorîst li vê navçeyê bikujin.

Li vî halî Semîr Dawûd El Muhsin ji berpirsên pileberzên artêşa Iraqê got: Hêzên gelanî yên Iraqê roja îniyê karîn ku gundê Til El Zeltê li beşa rojhilatî ya Til Eferê ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê azad bikin.

Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê ji Cotmeha sala 2016`an va opêrasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê dest pê kirin û bi azadkirna beşa rojhilatî ya vî bajarî pêşketinên berbçav bi dest xistine.

Berî opêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê û bajarê Mûsilê, hêzên gelanî û artêşa Iraqê gellek navçeyên stratjîk li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad kiribûn.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji Hezîrana sala 2014`an va bi dagirkirina hin beşên axa Iraqê ev welata tûşî alozî û bêewlehiyê aniye.