Fermana serokwezîrê Iraqê jibo êrişa ser baregehên DAIŞ`ê li Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254580-fermana_serokwezîrê_iraqê_jibo_êrişa_ser_baregehên_daiŞ_ê_li_sûrîyê
Serokwezîrê Iraqê ferman da hêzênb hewayî yên vî welatî ku êrişî baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li nav Sûrîyê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2017 14:09 Asia/Tehran
  • Fermana serokwezîrê Iraqê jibo êrişa ser baregehên DAIŞ`ê li Sûrîyê

Serokwezîrê Iraqê ferman da hêzênb hewayî yên vî welatî ku êrişî baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li nav Sûrîyê bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro bi daxûyanîyekê ragihand: Em micid in ku bidin dû têrorîstên ku zarok û welatîyên me kuştine, lewma ferman hat dayînê ku hêzên hewayî êrişî baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Hesîbe û Bûkemalê li axa Sûrîyê bikin ji ber ku têrorîstên li van du deverana bombeyên ku vê dawîyê li Bexdayê teqîyan, bicih kiribûn û teqandibûn.

Ev gotinên serokwezîrê Iraqê li halekî tên hilêxistin ku hêzên iraqî li dewama pêşdaçûna ber navenda beşa rojavaya Mûsilê, derbasî deverên Hey Teyran û Hey Meimûnê li beşa rojavaya Mûsilê bûn û gundê Til Zeltê li rojhilata Teleferê jî azad kirin.

Heyder Ebadî duh jî bal kişand ser opêrasyona girîng a azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê got ku opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê tevî pirsgirêkên heyî, lezgîntir pêşda diçe.