Hêzên iraqî derbasî yekemîn taxa beşa rojavaya Mûsilê bûn
Di şeşemîn roja opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê da, hêzên artêşa Iraqê karîn derbasî yekemîn taxa beşa rojavaya vî şarî bibin. Artêşa Iraqê radigihîne, di encama pevçûnên 24 sietên buhurî da herîkêm 70 têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê.
Berpirsên iraqî ragihandin ku piştî azadkirina balafirgeha Mûsilê û baregeha leşkerî ya Xezlanîyê, artêşa Iraqê îro derbasî yekemîn taxa beşa rojavaya Mûsilê bû.
Tê payîn opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji ya azadkirina rojhilata wî şarî dijwartir be.
Çavkanîyekê li fermandehîya opêrasyona Nêynewayê jî got ku hêzên artêşa Iraqê opêrasyona xwe bi armanca êrişa ser wan têrorîstên DAIŞ`ê ku li tûnêlên bin baregeha Xezlanîyê li beşa rojavaya Mûsilê xwe veşartine, didomînin.
Hêzên artêşa Iraqê vê dawîyê kontrola vê baregha istiratêjîk girtin destê xwe. Hêzên iraqî niha li derdora vê baregehê bicih bûne ta ku nehêlin têrorîstên DAIŞ`ê ji nav baregehê birevin.
Wer xûya dike balafirên cengê yên Iraqê jî êrişî wan deveran dikin ku têrorîstên DAIŞ`ê xwe li wan veşartine.
Mêdyayên iraqî jî ragihandin ku 70 têrorîstên DAIŞ`ê li pevçûna li hemberî hêzên artêşa Iraqê li devera başûra rojavaya Mûsilê mideha 24 sietên buhurî da hatine kuştinê.
Çavkanîyeke herêmê jî radigihîne ku xetên berevanîyê yên DAIŞ`ê li başûr û başûra rojava û rojavaya Mûsilê têk çûne.
Ji hêla din ve, hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê ango Heşdi Şeibî piştî azadkirina gundê Zeltê li rojhilata Teleferê, opêrasyona paqijkirina vê şarî ji têrorstên DAIŞ`ê destpê kirin.