Serketina hêzên hevpar ên iraqî li rojavaya Mûsilê
Li operasiyona hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstan li Teleferê, li rojavaya Mûsilê, zêde ji 50 terorîst hatine kuştin.
Li gor rapora Al-Alamê , li dewama dewra şeşan a operasiyona azadkirina rojavaya Teleferê, hêzên gelanî diuh pêncşemê pêgeha eskerî ya El-Qezlanî li başûra rojavaya Mûsilê ku pêgeha herî mezine terorîstan li vê navçê dihate hisab girtine destê xwe.
Hêzên gelanî yên Iraqê herwisa bakûra navça Hemam El-Elîlê li Mûsilê jî bi tamî ji destê terorîstan azad kirin.
Ebû Zerqam ji qumandên hêzên taybete polîsê federale Iraqê jî li gotûbêja tev telivîzyona Al-Alamê got: Piştî destpêbûna operasiyona azadkirina balafirgeha Mûsilê, terorîstên DAIŞ`ê ji navçê revîn û bona ku xwe biflitînin ji tirombîlên bombekirî istifade kirin lê hêzên iraqî hêz û qaweta azadkirina aliyê rastêye Mûsilê hene.
Televîzyona fermî ya Iraqê jî ragihand ku hêzên leşkerî yên vî welatî derbasî balafirgeha Mûsilê bûne. Li gorî vê raporê, bi sedan kesên sivîl li rojavaya Mûsilê ji malên xwe revîne.
Berî vîya serleşker Şakir Cewdet fermandeyê polîsên Iraqê ragihandibû ku hêzên iraqî baregehên DAIŞ`ê li balafirgeha Mûsilê dane ber bombeyan û derbên giran li wan xistine.
Opêrasyona azadkirina beşa rojava ya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê yekşema buhurî li gorî fermana serokwezîrê Iraqê destpê bûye. Meha buhurî, beşa rojhilata Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê hat azadkirinê û awaeyên iraqî niha dizvirin ser mal û milkê xwe li vê deverê.