Firokexaneya Mûsilê di bin kontrola hêzên iraqî da ye
Ajansa rûsî ya Sputinik`ê ji zarê rayedarekî ewlehyê yê Iraqê ragihand ku kontrola tam a firokexaneya Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê ketiye destê hêzên vî welatî.
Çavkaniyên ragihandinê yên Iraqê ragihandin: Hêzên iraqî xeleka dorpêça têrorîstan li beşa rojavayiya Mûsilê tengtir kirine û êrîşî ser firokexaneya sereke ya vî bajarî û baregeheke DAIŞ`ê li nêzikî bajarê Mûsilê kirin.
Van çavkaniyên nûçeyan ên iraqî ragihandin ku hêzên berteka lezgîn û polîsê federal ê Iraqê êrîşî ser firokexaneya Mûsilê û hêzên şerê dijî têrorîsmê jî êrîşî ser baregeha leşkerî ya El Xezlaniyê li nêzikî bajarê Mûsilê kirine.
Berî viya televîziyona fermî ya Iraqê ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî ketine nav firokexaneya Mûsilê.
Operasiyona azadkirina bereya rojavayiya Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê yekşemiya buhurî li ser fermana serokwezîrê Iraqê dest pê bûye.
Meha buhurî beşa rojhilatî ya Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê hat azadkirin û awareyên iraqî li halê vegeriyana bo malên xwe li vê beşê ne.