74 sivîlên iraqî bûn gorîyê êrişên hewayî yên Amerîkayê li Mûsilê
Çavkanîyeke herêmî ragihand ku di encama êrişên hewayî yên Amerîkayê ser komavahîyekê li devera Şefa li rojavaya Mûsulê da, herîkêm 24 welatîyên iraqî hatin kuştinê û zêde ji 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnik`ê, ev êrişa hewayî li halekî pêk hat ku koma têrorîst a DAIŞ`ê bi sedan hezar kesên sivîl wekî mertala insanî li rojavaya Mûsilê bikar tîne û nahêle ew ji vê deverê derkevin.
Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, di encama êrişa xwekujîyê ya têrorîstan ser nuqteyeke lêgerînê ya serbazî li rojavaya Remadîyê da, serbazekî vî welatî hat kuştinê û 4 kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyekî ewlehîyê li Iraqê jî ragihand ku di encama êrişa balafirên bêpîlot ser malekê li gundekî bajarê Daqûqê li başûra Kerkûkê da, serkirdeyekî koma têrorîst a DAIŞ`ê hat kuştinê.
Opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji roja yekşemê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji sê mêhweran va destpê bû.