Berteka wezareta karên derve ya Iraqê li hemberî gotinên dijî Îranê yên Çawuşoglu
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254352-berteka_wezareta_karên_derve_ya_iraqê_li_hemberî_gotinên_dijî_Îranê_yên_Çawuşoglu
Wezareta karên derve ya Iraqê gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku gotibû Îran bi dû rewaca şîetiyê li navçê ye, ret kir û got ev gotinên wiha nemaqûl in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2017 16:05 Asia/Tehran
  • Berteka wezareta karên derve ya Iraqê li hemberî gotinên dijî Îranê yên Çawuşoglu

Wezareta karên derve ya Iraqê gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku gotibû Îran bi dû rewaca şîetiyê li navçê ye, ret kir û got ev gotinên wiha nemaqûl in.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Ehmed Cemal berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku gotinên dijî Îranê yên Mewlûd Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê nîşana nêhrîna etnîkî ya Tirkiyê li hemberî Iraqê û nêhrîna şaş a Enqerê li hemberî Bexdayê li şerê dijî terorê ne.

Ehmed Cemal li vê daxûyaniyê ragihandiye ku ew gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku îdia kiriye, Îran mezhebê şîe li navçê rewac dide, şaşitiyeke mezin û bêbingeh e.

Serokkomar û wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gotinên xwe yên van rojana hevrê digel siyasetên dijî Îranê yên Erebistanê û Rejîma Siyonîstî herwisa îdia kirin ku Îran xwe têkelî nav karûbarên welatên navçê dike.