Dilgiraniya NY li bara rewşa xelkê sivîl li rojava Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254312-dilgiraniya_ny_li_bara_rewşa_xelkê_sivîl_li_rojava_mûsilê
Piştî destpêbûna operasyona azadkirina navçên rojava Mûsilê, rayedarên NY bal kişand ser kêmasiyên berfireh û xeterên canî yên vê operasyonê û li bara rewşa xirab a welatiyên iraqî li van navçana fikara xwe da xûyanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2017 11:22 Asia/Tehran
  •  Dilgiraniya NY li bara rewşa xelkê sivîl li rojava Mûsilê

Piştî destpêbûna operasyona azadkirina navçên rojava Mûsilê, rayedarên NY bal kişand ser kêmasiyên berfireh û xeterên canî yên vê operasyonê û li bara rewşa xirab a welatiyên iraqî li van navçana fikara xwe da xûyanê.

 Ferhan Heq  cîgirê berdevkê sekreterê giştî yê NY li civîna  rojnamevaniyê ji nûçegihanan re got ku  rêxistinên  mirovheziyê li bara rewşa  xirab a bi dehan hezar malbatên  rojava Mûsilê fukara xwe daye diyarkirinê.

Li gorî gotina wî, Lîz Grandê, nunerê NY li Iraqê ragihandiye ku rewşa xelkê li rojava Mûsilê pir  meriv dilgiran dike û wî fikara xwe li bara  kêmbûna  çavkaniyên  ardûyê û qutbûna  av û iliktrîkê li piraniya  taxên  rojava Mûsilê da diyarkirin.

NY civata xelkê sivîl li beşa rojava Mûsilê navbera 750 heya 800 hezar kesî texmîn kiriye.

 Cîgirê berdevkê Gotrêş bi bîr xist ku  li ber girêdana  riyên sereke  yên  ser bi Sûriyê nêzîkî nîvê  firoşgehên  xwarekê li vê navçê ji sê mehan berî niha ve heya niha hatine girêdanê.

 Ferhan Heq  bal kişand ser vê yekê ku  niha rêxistinên  mirovheziyê hewl didin ku alîkariyên destxwe bighînin vê navçê û diyar kir ku ev alîkarî tenê dê têra  hevcetiyên  nêzîkî 250 heya 400 hezar kes ji xelkê sivîl bide.