Îdiaya fermandeyê amerîkî: Sînorkirina çekdarên me li Iraqê kêm bûye
Piştî sê salan npêgiriya li ser viya ku çekdarên amerîkî nikarin nêzikî bereyên pêşî yên şêrr li Iraqê bibin, fermandeyê derecebilind ê amerîkî li Iraqê îdia kir ku sînorkirina çekdarên amerîkî ku li opêrasiyona Mûsilê rawêjkariyê didin iraqiyan, kêmtir bûye.
Li gorî rapora Fox News`ê, Stîvên Tawn Send ku digel Cêymz Matîs wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê sefera Iraqê kiribû, roja buhurî anku duşemiyê got: Me li bercî pêştir amadebûneke nêziktir û kûrtir li rêzbendiya hêzên iraqî heye.
Tawn Send ku pêspartiya xwe wek fermandeyê tîpa Straykirê di dema zêdebûna hêzên amerîkî li Iraqê di sala 2007`an da dest pê kir, niha fermandetiya zêde ji şeş hezar çekdaran li Iraq û Sûriyê girtiye ustiyê xwe.
Wî îdia kir: Niha min hemî desthilata ku ji bo şêrr (li Iraqê) pêwîst e, heye.
Matîs jî ku jênêralê berê yê çekdarên hêza deryayiya Amerîkayê û bi caran sefera Iraqê kiriye wek yekem car di posta xwe ya ne-leşkerî sefera Iraqê kir.
Wî pêşniyar kir ku bisînorkirinên pêştir li bara hêzên amerîkî dikare zêdetir ji viya werin kêmkirin.
Ev wezîrê amerîkî her wiha li bereberê destpêbûna şerê dijî DAIŞ`ê li Reqaya Mûsilê li halê hilkolandina şandina hêzên zêdetir bo vî welatî ye.
Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê li gorî nepenîbûna hin zanyariyan, dema destpêkirina opêrasiyona Reqayê ranegihand.
Opêrasiyona azadkirina beşa rojavayiya Mûsilê rojekê berî gihîştina Matîs bo Bexdayê dest pê bû.