Kuştina çend serkirdên DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê
Dezgeha Dijî Têrorê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wezîrê qaşo tenduristîyê yê DAIŞ`ê û hejmarek serkirdên vê komê li Mûsilê hatin kuştinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriye ya Iraqê, Dezgeha Dijîterorê ya Herêma Kurdistana Iraqê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku hêzên vê dezgehê bi piştgirîya hêzên piştevan, opêrasyonek jibo têkbirina baregeha fermandarîya tabûra Furqanê ya DAIŞ`ê li Mûsilê lidar xistin ku di encamê da çend serkirdên DAIŞ`ê hatin kuştinê.
Dezgeha Dijîtêrorê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di vê opêrasyonê da, Ebûbekir Çêşênî yek ji serkirdên DAIŞ`ê li parêzgeha Nêynewayê û Selah Hesen Seqlawî wezîrê qaşo tenduristîyê yê DAIŞ`ê û Ebû Hesen Humsî berpirsê karên dermanî yên vê koma têrorîst hatin kuştinê.
Di vê daxûyanîyê da hatîye ku yek ji serkirdên DAIŞ`ê bi navê Ebû Fatime Tûnisî jî ku berpirsê karên malî yên DAIŞ`ê li Nêynewayê bû, di opêrasyona hevpar a Mûsilê da hat kuştinê.
Di vî halî da nêzî 100 têrorîstên DAIŞ`ê ji dema destpêbûna opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê li bakûra Iraqê hatine kuştinê.
Opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji duh ve li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji sê mêhweran va destpê bû.