Wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê yê nû giheşte Bexdayê
Wezîrê nû yê berevanîya Amerîkayê li hevdîtina ligel rayedarên iraqî û hêzên amerîkî yên li Iraqê, îro di çaçrova serdaneke ji pêşva kinfnekirî da giheşte Bexdayê.
Li gorî rapora Fars News`ê, Cêymz Metîs (James Mattis) wezîrê nû yê berevanîya Amerîkayê dema giheşte Bexdayê, idia kir ku Amerîka nehatîye ku nifta welatekî bêxe bin destê xwe.
Berî vîya, Donald Trump serokomarê Amerîkayê li axavtinekê jibo personelên Sazîya Sîxorîyê ya Amerîkayê (CIA) got: Heke Amerîkayê meydanên nifta Iraqê zevt bikirana, DAIŞ pêk nedihat, lewma divîya Amerîka nifta Iraqê bêxe bin destê xwe.
Serdana wezîrê nû yê berevanîya Amerîkayê bo Iraqê rojekê piştî destpêbûna opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê pêk hatyîe ku li gorî gotina berpirsên iraqî, Amerîkayê hertim ser rêka azadkirina vî şarî astengî derxistine.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh fermana destpêkirina opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ragihand.