Heşda Şebî:Qonaxa ewil a azadkirina Rojava Mûsilê dawî bû
Fermandehiya hêzên Heşda şebî yên Iraqê roja yekşemê ragihand: Qonaxa ewil û hesas a azadkirina rojava Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê dawî bû
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Yewm El-Sabi, fermandehiya Heşda Şebî li daxûyaniyekê daye diyarkirin: Yekîna Operasyonê ya El-Ebasê qonaxa ewil a hesas a azadkirina rojava Mûsilê dawî anî.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Yekîna El-Ebasê gelek xisar li terorîstên DAIŞê xistin û li encama vê operasyonê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin.
Li gorî ragihandina erkantiya ragihandinê ya nûçên cengê li yekim roja azadkirina rojava Mûsilê du gund ji bin kontrola DAIŞê derket.
Operasyona azadkirina rojava Mûsilê ji îro yekşemiyê 19 Sibata 2017an ser ermana Heyder Ebadî fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê destpê bûye. Hêzên iraqî meha buhurî karîn ku beşa rojhilata vî bajarî azad bikin.