Heşda Şebî:Qonaxa ewil a azadkirina Rojava Mûsilê dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254188-heşda_Şebî_qonaxa_ewil_a_azadkirina_rojava_mûsilê_dawî_bû
Fermandehiya hêzên Heşda şebî yên Iraqê roja yekşemê ragihand: Qonaxa ewil û hesas a azadkirina rojava Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê dawî bû
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2017 15:46 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî:Qonaxa ewil a azadkirina Rojava  Mûsilê dawî bû

Fermandehiya hêzên Heşda şebî yên Iraqê roja yekşemê ragihand: Qonaxa ewil û hesas a azadkirina rojava Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê dawî bû

  Li gorî rapora malpera nûçan a El-Yewm El-Sabi, fermandehiya Heşda Şebî li daxûyaniyekê daye diyarkirin: Yekîna  Operasyonê ya El-Ebasê qonaxa ewil a hesas a azadkirina rojava Mûsilê dawî anî.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Yekîna El-Ebasê gelek xisar li terorîstên DAIŞê xistin û li encama  vê operasyonê hejmarek ji  terorîstan hatin kuştin.

Li gorî ragihandina  erkantiya  ragihandinê ya nûçên cengê li yekim roja azadkirina  rojava Mûsilê du gund ji bin kontrola  DAIŞê derket.

Operasyona  azadkirina  rojava Mûsilê ji îro yekşemiyê 19 Sibata 2017an  ser ermana  Heyder Ebadî fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê destpê bûye. Hêzên iraqî meha buhurî karîn ku  beşa rojhilata vî bajarî azad bikin.