Yekim navçe li rojava Mûsilê hatin azadkirin
Çend saetan piştî ku qonaxa dudiyan a operasyona azadkirina Mûsilê ku armanca wê paqijkirina rojava bajêr ji destê DAIŞê ye, hêzên iraqî yekim navçe li rojava Mûsilê azad kirin
Li gorî rapora nûçegihanê El-Alamê li Iraqê, hêzên iraqî çend sietan piştî destpêbûna operasyona azadkirina rojava Mûsilê, gundên Ezebe û Lezakê li navça rojava Mûsilê azad kirin. Hêzgeha cereyanê ya Lezakê jî ketien bin kontrola hêzên iraqî û alaya vî welatî ser wê bilind kirine.
Ji aliyê din ve, polîsê fedral a Iraqê û Hêza Berteka Lezgîn a ku ji alyê gurdanên topxane û mûşekên meydanî piştgirî didbin, operasyona eskeî ya xwe li beşa rojava Mûsilê destpê kirin.
Sergurd Raid Şakir Cewdet, serokê polîsê federala Iraqê got: Yekînên polîsê federal li halê pêşdeçûna ber bi armancên xwe li girikên Ebûseyf, balefirgeha Mûsilê û navçên paralêlê çemê Dîcleyê ne.
Wî her wiah diyar kir: Balefirên bêfirokevan ên me hemî meqerên berevaniyê yên dijmin girtine bin kontrola xwe û hêzên berevaniyê yên me jibo têkbirina meqerên bombekirî û balefirên bêfirokevan ên DAIŞê amade ye. Cewdet her wiha got : Hêzên polîsê federal û berteka destxwe ji çar aliyan ber bi navenda bajrêr li halê pêşdeçûnê ne.