Qewimîna 2 teqînan li rojhilata Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254156-qewimîna_2_teqînan_li_rojhilata_mûsilê
Di encama du êrişên teqandinê li deverên rojhilata Mûsilê li bakûra Iraqê da, herîkêm 26 kes hatin kuştinê û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2017 12:50 Asia/Tehran
  • Qewimîna 2 teqînan li rojhilata Mûsilê

Di encama du êrişên teqandinê li deverên rojhilata Mûsilê li bakûra Iraqê da, herîkêm 26 kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala Al-Mayadinê, di encama van êrişan da ku îro li deverên Nebî Yûnis û Zehûrê qewimîn da, 9 kes hatin kuştinê û 17 kes jî birîndar bûn.

Ev êrişên têrorîstî li rojhilata Mûsilê, hevgavê destpêbûna opêrasyona azadkirina rojavaya vî şarî pêk hatine.

Li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê opêrasyona azadkirina rojavaya bajarê Mûilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji vê sibê va destpê bû.

Hêzên serbazî û Heşdi Şeibî yên Iraqê ji Cotmeha sala 2016`an va opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê kirin û bilî azadkirina beşa rojhilat a vî şarî pêşketinên berbiçav bidest xistin.

Piştî opêrasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê û şarê Mûsilê, hêzên Heşdi Şeibî û artêşa Iraqê deverên istiratêjîk li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya Iraqê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê paqij kiribûn.