Alûgorên ewlehiyê li nav Mûsila Iraqê
Hêzên gelanî yên Iraqê sê firokên bê firokevane grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nîzikiya Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê sernixûn kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a El-Ehdê, Hêzên leşkera 45 a gelanî ya Iraqê duh şemiyê ji sernixûnkirina sê firokên bê firokevane grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li rojavaya Teleferê li nîzikiya Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê seber da û ragihand ku li vê êrişê gelek ji terorîstan jî hatine kuştin yan jî birîndar bûn.
Hêzên gelanî yên Iraqê li başûra rojavaya Teleferê jî pîşiya êrişekî terorîstên DAIŞ`ê girt û xisaretên giran li van terorîstan xistin.
Medyayên iraqî jî ragihandin ku firokên şerî yên vî welatî bi alîkariya topxana hêzên geleanî , pêgehên terorîstên DAIş`ê li rojavaya bajarê Mûsilê kirine hedefa êrişên xwe ku li van êrişana jî herî kêm 10 terorîst hatine kuştin.
Operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 17 Cotmeha sala 2016 bi fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê herwisa li rojên nîveka Çileyê, ragihand ku piştî 100 rojan navçên rojhilata Mûsilê bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bûn.
Ji aliyê dinve telivîzyona Sûmiriye News`ê jî ragihand ku hêzên eskerî yên Iraqê karîn gelek ji terorîstên DAIŞ`ê li Bexdayê bigrin.
Seid Mein berdevkê qumandihiya operasiyona Bexdayê îro pêncşemê li daxûyaniyekê ragihand ku gelek ji terorîstên DAIŞ`ê ku dil hebûn operasiyonên terorîstî li nav Bexdayê destpê bikin, hatine girtin û dest bi ser çek û sîlahên wan hate girtin.
Ajansa nûçan a Ispotnîkê jî ragihand ku eskerên iraqî êrişî ser pêgehekî terorîstên DAIş`ê li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî kirin.
Bajarên curbicur yên parêzgeha El-Enbarê li sala bihurî ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatine rizgar kirin lê birek ji terorîstan li derûdora vê parêzgeha rojavayî ya Iraqê xwe veşartine û her mudehekê carê dest bi kiryarên terorîstî dikin.