Iraqê gef li Tirkîyê xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254082-iraqê_gef_li_tirkîyê_xwar
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê pêgîrî kir, delweta Bexdayê bijareyên xwe jibo bersivdayîna li hemberî binpêkirina serwerîya vî welatî ji alîyê Tirkîyê va hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2017 12:59 Asia/Tehran
  • Iraqê gef li Tirkîyê xwar

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê pêgîrî kir, delweta Bexdayê bijareyên xwe jibo bersivdayîna li hemberî binpêkirina serwerîya vî welatî ji alîyê Tirkîyê va hene.

Ehmed Cemal berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê got: Dewama mayîna hêzên Tirkîyê li baregeha Başîqayê li parêzgeha Neynewayê bi wateya pêgîrîya ser binpêkirina serwerîya Iraqê ye, lê Bexda jibo çareserkirina vê pirsgirêkê ji riyên dîplomatîk hewl dide lê, heke mayîna hêzên Tirkîyê li wê barehê bidome, Bexdayê bijareyên xwe hene ku yê wan bikar bîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê tevî balkişandina ser vîya ku peywendîyên Iraq û Tirkîyê li halê berfirebûnê ne, got: Tirkîye divê pêngavên erênî jibo kutakirina mayîna aşkira ya hêzên xwe li Iraqê rake, ji ber ku dewama vê destwerdana serbazî ser xêra Enqerê nîne û pirsgirêkên bi Bexdayê ra zêde dike û yê dûhatên nerênî ser peywendîyên dualî li warên danûistandinên ticarî û mijara şerê dijî têrorîsmê bike.