Gelek din ji terorîstên DAIŞ`ê li bakûra Iraqê hatine kuştin
Li dewama operasiyona hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li bakûra vî welatî, gelek din ji terorîstan hatine kuştin.
Li gor rapora Al-Alamê, Topxana hêzên gelanî yên Iraqê pêgehên terorîstan li gundê Eyîn Telavî li başûra rojavaya Teleferê li parêzgeha Nêynewayê kirine hedefa êrişên xwe ku di encamê da gelek ji terorîstan ji wan serkirdeyekî DAIŞ`ê li vê navçê hate kuştin.
Hêzên gelanî yên artêşa Iraqê herwisa derûdora bajarê Teleferê girtin û nehêştin ku terorîstên DAIŞ`ê ji nav vî bajarî birevin.
Her li vî halî da Kemal Kerkûkî berpirsekî hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, li êrişa hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê ser pêgehîn terorîstan li başûra rojavaya Kerkûkê, herî kêm 20 terorîst hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn.