Civîna awarte ya Ebadî tev fermandarên ewlehiya Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i254018-civîna_awarte_ya_ebadî_tev_fermandarên_ewlehiya_bexdayê
Piştî teqînên vê dawiyê yên nav Bexdayê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, civîneke awarte tev fermandarên ewlehî û eskerî yên vî welatî bi rê xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2017 13:57 Asia/Tehran
  • Civîna awarte ya Ebadî tev fermandarên ewlehiya Bexdayê

Piştî teqînên vê dawiyê yên nav Bexdayê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, civîneke awarte tev fermandarên ewlehî û eskerî yên vî welatî bi rê xist.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê ku duh pêncşemê belav kir ragihand, Li civîna awarte ya Ebadî tev fermandarên hêzên ewlehiyê û hêzên eskerî yên vî welatî li navenda fermandariya operasiyona Bexdayê , li ser çawaniya dabînkirina ewlehiya bajarê Bexdayê û parastina xelkê li hemberî kiryarên terorîstî û li ser agahiyên ber dest yên li bara peydakirina navendên terorîstan hate axivtin.

Herwisa li vê civînê li ser teybîrên pêwîst bona dabînkirina ewlehiya xelkê Bexdayê û girtina pîşiya istifadên nerewa yên terorîstan ji valahiya muhtemel a ewlehiyê li nav vî bajarî û girtina van kesên ku terorîstên DAIŞ`ê ewna xapandine û kirine darê destê xwe jî hate axivtin.

Li encama teqîna terorîstî li Bexdayê, paytexta Iraqê, herîkêm 45 kes hatine kuştin û 49 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora Fars Newsê, trimbêleke  bombekirî berêvariya pênşemiyê li navça  El-Beyaê li başûrê Bexdayê teqî ku li encama wê bi dehan kesên sivîl ên  iraqî jî birîndar bûn.