Lîstikên Asyayî yên li Nagoya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i360630-lîstikên_asyayî_yên_li_nagoya
Di roja 13`emîn a 20`emîn dewra Lîstikên Asyayî yên li Nagoya, Japonya de, guleşvanê îranî, Mihemed Noxodî di giraniya 86 kg di lîstika dawîn de bi encama 9-6 li hember cîgirê qaremanê cîhanê yê ji Japonya bi ser ket û mîdala zêr bi dest xist.
(last modified 2026-10-03T14:19:09+00:00 )
Çirî 03, 2026 10:22 Asia/Tehran
  • Lîstikên Asyayî yên li Nagoya

Di roja 13`emîn a 20`emîn dewra Lîstikên Asyayî yên li Nagoya, Japonya de, guleşvanê îranî, Mihemed Noxodî di giraniya 86 kg di lîstika dawîn de bi encama 9-6 li hember cîgirê qaremanê cîhanê yê ji Japonya bi ser ket û mîdala zêr bi dest xist.

Di giraniya 125 kg de, Emîrhisên Zari bi encama 14-2 rikeberê xwe yê ji Çînê têk bir û mîdala zêr bi dest xist.

Di pêşbirkên tekwandoyê de, Saxer Moradî bi têkbirina rikebera xwe ya ji Ozbekistanê yekem mîdala zêr a tekwandoya jinan a Îranê di dîroka vê pêşbirkê de bi dest xist.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya mêran a Îranê di Lîstikên Asyayî yên 2026`an de li Nagoyayê, bi encama 3-0 li tîma Pakistanê bir û derbasî qonaxa dawî bû.