Nanê Sacî ji nanên xwecihî yên parêzgeha Îlamê ye ku hîn jî li gellek deverên vê parêzgehê tê patin.
Patina nanê Sacî wek deb û rismeke kevn li parêzgeha Îlamê ji mêj va xwedan cîgeheke taybet li nav gel bûye û di vê navberê da rola girîng a jinan gelekî bibandor bûye.