Rejîma Siyonîst bi xwefirran êrişî hin navçeyên Xezzeyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360836-rejîma_siyonîst_bi_xwefirran_êrişî_hin_navçeyên_xezzeyê_kir
Di êrişa xwefirrî ya Rejîma Siyonîst li ser navçeya El-Mewasîyê li bajarê Refehê, kesek şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2026-10-12T14:30:11+00:00 )
Çirî 12, 2026 17:59 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst bi xwefirran êrişî hin navçeyên Xezzeyê kir

Di êrişa xwefirrî ya Rejîma Siyonîst li ser navçeya El-Mewasîyê li bajarê Refehê, kesek şehîd bû û çend kesên din jî birîndar bûn.

Di êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da 5 kes şehîd bûn û 18 kes jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku ji dema destpêka şerrê dijî Xezzeyê di 7ê Cotmeha sala 2023an da heta nika, hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê gihîştiye 74 hezar û 382 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 416 kesan. Di heman demê da bajaroknişînên sîyonîst vê sibê êrişî Mizgefta Eqsayê kirin; kiryarek ku ligel pêkanîna aşkere ya ayînên Telmudî di vê cihê pîroz da bû. Ji hêla din va êrişên bajaroknişînên sîyonîst li ser baxên zeytûnê yên filistînîyan li Rexê Rojava û dizîna zeytûnên wan didomin; ew berhemên zeytûnê didizin, daran dibirrin û destdirêjî li xwedanên wan dikin. Destdirêjîyên ku dibin sedem ku xelk, bêyî berhevkirina berhema zeytûna xwe û bi amarên bilind ên birîndarbûnê, vegerin.