Dagirkiran dîsan êrişî dorhêla başûr a Bêyrûtê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351954-dagirkiran_dîsan_êrişî_dorhêla_başûr_a_bêyrûtê_kirin
Hêza hewayî ya artêşa terorê, îro bi awayên curbicur êrişî gelek navçeyên dorhêla başûr a Bêyrûtê kir.
(last modified 2024-11-02T09:47:56+00:00 )
Tesrîn 02, 2024 13:00 Asia/Tehran
  • Dagirkiran dîsan êrişî dorhêla başûr a Bêyrûtê kirin

Hêza hewayî ya artêşa terorê, îro bi awayên curbicur êrişî gelek navçeyên dorhêla başûr a Bêyrûtê kir.

Li gorî rapora medyayên libnanî, artêşa terorê di dewama cinayetên xwe yên dijî Libnanê da, îro hin navçeyên li başûrê vî welatî û Zahiyeya başûr a Bêyrûtê kirin hedef.

Balafir û xwefirên Rejîma Siyonîst, apartimanên xelktêda yên sivîlan li navçeyên Huweyte Xedîr, El Kefaat û taxa Herîkê kirin hedef bi awayekî ku dûkela ji ber teqînên li wan herêmana heta çend saetan li esmanê Bêyrûtê dihat xûyanê.

Li gorî rapora medyayan her çend navçeya Huweyte Xedîrê ku ketiye ber êrişên Rejîma Siyonîst hinekî dûrî balafirgeha navnetewî ya Bêyrûtê ye û nêzî rawestgeha tirenê ye lê hatin û çûyîna balafiran û geştên bi qetaran bi awayeka asayî berdewam in.

Medyayan ragihandine ku artêşa terorê îro 14 caran navçeyên dorhêla başûra Bêyrûtê bombebaran kirine.