Hamas: Em hebûna dagirkeran li Xezeyê qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i348967-hamas_em_hebûna_dagirkeran_li_xezeyê_qebûl_nakin
Endamekî Polîtboroya tevgera Hamasê got: Rejîma Siyonîst neçar e agirbesa li zîvala Xezeyê qebûl bike û ji wir vekişe.
(last modified 2024-06-24T09:07:43+00:00 )
Hezîran 24, 2024 12:36 Asia/Tehran
  • Hamas: Em hebûna dagirkeran li Xezeyê qebûl nakin

Endamekî Polîtboroya tevgera Hamasê got: Rejîma Siyonîst neçar e agirbesa li zîvala Xezeyê qebûl bike û ji wir vekişe.

Sohêyl Elhindî di hevpeyvînekê de got: Bêyî agirbes û vekişîna leşkerên rejîma dagîrker a Îsraîlê ji Zîvala Xezeyê tu rêketin an  muzakireyek bi dijmin re çênabe.Wî bal kişand ser wê yekê ku rêjîma dagîrker a Israîlê li wêneyekî ne rast digere ji bo ku  Berxwedana Filistînê işkestxwarî nîşan bide û got:Ev wênesazî bêbingeh e, ji ber ku ew wêne û vîdyo, dîmenên mêrxasiya têkoşerên berxwedanê û hêza wan di berdewamiya şer de piştî derbasbûna 8 mehan nîşan dide.El-Hindî got: Berxwedan û tabûrên Şehîd Îzeddîn El-Qessam bi operasyonên xwe nîşanî dijmin dan ku  planên wan ên jibo  parçekirina Zîvala Xezeyê bi ser neketine û me alaya sipî wek nîşana  teslîmbûnê  bilind nekir û û dijmin bi vê yekê dizane