Bombebarana Xezeyê ji aliyê artêşa siyonîst ve berdewam e
Xwefirên Rejîma Siyonîst 70 cihên taxa El-Tefahê ya Gazayê bordûman kirin.
Hêzên berxwedana Felestînê ji roja Şemiyê vê heftiyê ve dest bi operasiyoneke mezin bi navê bahoza El-Eqsayê kirin, ku heya niha di encamê de zêdetir ji hezar Îsraîlî hatine kuştin û zêdetir ji du hezar kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve balafirên Rejîma Siyonîst 70 cih li navend, başûr, bakur û rojhilatê Gezeyê bombebaran kirin.Di vê raporê de hatiye gotin.
Firokên Rejîma Siyonîst her wiha Banka Islamî û maleke kempa El Berîcê li navenda Gezeyê bombebaran kirin.
Pêştir jî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Gezeyê ragihandibû ku hejmara şehîdên filistînî ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê heya niha gihîştiye 900 kesan.
Li gor nûçeyeke din, Rejîma Siyonîst êrîşî mala bavê fermandê baskê leşkerî yê tevgera Hemasê li Xan Yûnisê kir û di encamê de 4 kes ji malbata wî hatin şehîdkirin
Artêşa Rejîma Demkî ya Siyonîstî li zîvala Gazayê êrişeke hewayî ser mala bavê Mihemed El-Zeîf fermandarê baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Zîvala Gazayê kir. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşa li ser vê malê li Xan Yûnûsê de 4 kes ji malbata El-Dazîf hatine kuştin û ji wan jî birayê fermandarê tabûrên El-Qessam bi navê Ebû Mexet El-Dazîf şehîd bûye.
Mîdhet biraziyê Muhemed El-zîf û Hela neviya wî di êrîşa Rejîma terorîst a Siyonîst de şehîd bûn.