Cîhada Îslamî: Pêwendiya me bi Îranê re kûr û stratejîk e
Endamê pilebilind ê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqezî ser peywendiyên kûr û stratejîk ên vê tevgerê bi Komara Îslamî ya Îranê re kir.
Îhsan Etaya, endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja pêncşemiyê got: Damezrandina Cîhada Îslamî weke tîrêjekê hêviyê ser rêya azadkirina Filistînê bû.
Cîhada Îslamî dê berê xwe bide her aliyekê ku li dijî Rejîma Siyonîst û Amerîkayê sloganan bavêje.
Etaya bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst ne tenê dijminê gelê Filistînê ye, got: hevpeymaniyeke mezin a bi serokatiya Amerîkayê dijminê Filistînê ye. Dijminê siyonîst hejmarek ji fermandarên Cîhadê sirgûnî Lubnanê kirin, lê me karî Cîhadê li Beyrût û Şamê jî berfirehtir bikin.
Vî rayedarê Cîhada Îslamî bal kişande ser vê yekê ku siyonîstan bi tevkujiyan axa Filistînê dagir kirin û destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst bi amadebûna li nav axa Filistînê,di halê talankirina hemû çavkaniyên navçeyê ye.
Etaya destnîşan kir ku hikûmeta Amerîkayê rûyê din ê Îsraîlê ye, lewma em nikarin pê re têkilyê bikin. Lê peywendiya me bi Îran, Sûriye û Hizbullahê re xaleke werçerxanê di perwerdehiya leşkerî û başkirina kiryara me ye.