Medyaya ibrîziman: Nrazîbûnên li Îsraîlê di halê berfirehbûnê de ne
Medyayekî ibrîziman li xwe mukir hat ku xwenîşandanên li navçeyên curbicur ên Filistîna dagirbûyî bi taybet li Telavîv û Hertzîlyayê selimand ku nerazîbûn li Îsraîlê roj bi rojê û heftî bi heftiyê pirtir berfireh dibin.
Rojnameya Haartêtsê di raporekê de nivîsî: Beşdariya bi hezaran kesî li xwenîşandana ku li navçeya Kabalan a Telavîvê û Hertîlyayê hat lidarxistin û têde lastîk hatin şewitadin, nîşan da ku roj bi rojê nerazîbûnên li Îsraîlê zêde dibin û nerazî xwe ji bo heftiyeke bi çarenivîs amade dikin.
Bar Bîlîc nivîserê vê raporê nivîsî: Xwenîşandan li ber mala Yuwaf Galant, xala werçerxanê ya berfirehkirina xwenîşandanê tê hesabê ji ber ku ew pêştir tevlî neraziyan bibû û curbicuriya çîn û qatên amadebûyî li ber mala wî, nîşana berfirehbûna nerazîbûnan e.
Rûniştiyên Erdên Dagirbûyî roja şemiyê jî dijî Binyamîn Nêtanyahû, Seroklwezîrê Rejîma Siyonîst û plana guhertinên wî yê di beşa dadweriyê xwenîşandan li dar xistin.
Di 26 heftiyên derbasbûyî de, bi dehan bajêr ji bakur heta başûrê Filistînê ji wan Telavîv, Heyfa, qudsa dagirbûyî, Bêr El-Sebe, Rîşûn Lêtsiyon û Hêrtêlyayyê bûn meydana xwenîşandana dijî kabîneya rastşop a Nêtanyahû û guhertin di beşa dadweriyê. Li gor nûçeyeke din Rejîam siyonîst bi chanîan 256 operasyon kavilkirina malên filsitîniyan, 303 avahî ji wan Teşkîlata pêşeyî li rexê rojava çemê Urdinê û xwendingehek li Qudsa Şerîf wêran kirin.
Li gor nûçeyeke din, rejîma dagirker a Îsraîlê bi çêkirina bajarokên siyonîstnişîn û xerakirina malên filistîniyan û siyonîstkirina van navçana ye da ku serdestîxcwaziyê xwe li navçeyên filiostînî misoger bike.
Konseya girtina pêşiya bajarokên dagirbûyî yên ser bi Saziya Rizgarîkera Filsitînê di raporekê de ragiahnd di encama 256 operasyona kavilkirina malên filistîniyan ji aliyê Rejîma Syonîst, 543 kes ji wan 272 zarok bê mal war bûne.
Vê çavkaniyê her wiha ragihand ku ev 256 operasyonên xerakirinê yên Rejîma Siyonîst di 6 mehên destpêka sala 2023an li du navçeyên Rexê rojavaya çemê Urdinê û Qudsa rojhilat cih hatine.
Li gor vê raporê, Rejîma Siyonîst hin hişyarî jî bo xerakirina 822 avahiyên filistîniyan bi mehneya wernegirtina îzna çêkirinê şandine.