-
Siyaseta birçîtiyê li Xezzê dewama şerrê jînûsaydê ye
Adar 06, 2025 09:50Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê got: Dewama siyaseta xela û birçîtiyê ya dagirkiran dijî xelkê Zîvala Xezzê, dewama şerrê jînûsaydê ya rejîma dagirkir û girankirina terorîsma wê dijî xelkê Filistînê ye.
-
Qeyrana zibilan li Xezzê; Metirsiyeke cidî li ser welatiyan
Adar 06, 2025 12:50Berdevkê Şaredariya Xezzê hişyarî da ku li navenda bajarê Xezzê karesateka jîngehê pêk tê, ji ber ku hêzên Îsraîlî yên dagirkir rê nedan şaredarî bermayiyan rake û ji bajêr derxîne.
-
Dijayetiya filistîniyan li hember hebûna hêzên navnetewî li Xezzê
Adar 05, 2025 14:33Di halekî da ku li Civîna Serokên Ereb li Qahirê, rêçareyeka zelal û di piratîkê de ji bo serêxwegirtina daxwazên xelkê Filistînê nehat raberkirin, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî pêgîrî kir: Rejîma dagirkir li dû serdestiya li ser gişt navçê ye û em hebûna hêzên biyanî û navnetewî li Xezzê red dikin.
-
Girtina pêşiya dermanan gefa li Xezzê
Adar 04, 2025 13:28Hevgavê girêdana derbasgehên Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, Nivîsgeha hikûmî ya Filistînê li Xezzê pêgîrî kir ku girêdana derbasgeha Kerem Ebû Salim ji aliyê Rejîma Siyonîst, neqanûnî û nemirovî ye û qeyrana mirovî ya li Zîvala Xezzê girantir û qeyrana birçîtiyê ya xelkê vê navçeyê kûrtir dike.
-
Hemas: Em ji bo her şerekî amade ne
Adar 04, 2025 12:19Endamê payebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) ragihand ku ev tevgera xwe ji bo her cure pevçûna muhtemel di pêşerojê de amade kiriye.
-
Remezan li Xezzê
Adar 04, 2025 11:49Şerrê kavilkir ê Rejîma Siyonîst dijî xelkê mezlûm ê Zîvala Xezzê dûhatên pirr zêde li ser xelkê vê navçeyê bi taybet di meha Remezanê de hebûye.
-
Hamas: Divê welatên ereb ji bo rawestandina siyaseta birçîhiştina xelkê Xezzeyê bikevin tevgerê
Adar 03, 2025 16:29Berdevkê tevgera Hemasê daxwaza kiryarên praktîkî yên cîhana ereban ji bo girtina pêşiya berdewamiya vê nêrînê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve kir.
-
Hişyarî derbarê rewşa nalebar a filistîniyên li Xezzeyê
Adar 03, 2025 15:30Serokê Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li zîvala Xezzeyê derbarê rewşa bi krîz a xelkê vê deverê hişyarî da.
-
115 filistînî ji destpêka agirbesa Xezzê ve şehîd bûne
Adar 02, 2025 14:30Rejîma Siyonîst ji dema pêkhatina agirbesê ve 115 filistînî li Zîvala Xezzê şehîd kirine û 490 kes jî birîndar kirine.
-
Girtina pêşiya UNRWA`yê alîkariya mijara Filistînê nake
Adar 02, 2025 13:37Ajansa Alîkarîgîhandin û peydakirina kar a NY ji bo awareyên filistînî(UNRWA) ragihand hewldanên Rejîma Siyonîst ji bo bidawîanîna çalakiya vê saziyê, dê alîkariya çareseriya mesela awareyên filistînî neke, belke dikare bibe sedema giranbûna wê.