Hemas: Îsraîl bi enqest karesata mirovî ya Xezzeyê tund dike
Tevgera Berxwedana Îslamî "Hemas" tevî amajeya bi vê yekê ku Rejîma Siyonîst bi awayekî enqest karesata mirovî li Zîvala Xezzeyê tund dike, tekez kir ku berpirsyarîya van destdirêjîyan li ser milê Konseya Aşitîyê ye.
Tevgera Hemasê di daxûyanîyekê da tekez kir ku Rejîma Siyonîst bi girtina pêşîya derbaskirina alavên alîkarîgihandinê bo Zîvala Xezzeyê tevî nêzikbûna demsala sermayê, bi awayekî enqest karesata mirovî li vê navçeyê kûrtir dike.Vê tevgerê destnîşan kir: Berpirsyarîya destdirêjîyên Rejîma Siyonîst li ser milê Konseya Aşitîyê û Nîkolay Mladînov, nûnerê bilind ê vê konseyê ye û qisûriya wan dibe sedema berfirehtirbûna pirsgirêk û êş û rencên awareyên Xezzeyê.Hemasê herwiha ji navbeynkar û garantîkaran xwest ku Rejîma Siyonîst mecbûrî bicihanîna protokola mirovî bikin da ku alîkarî bikevin Xezzeyê.