Hemas: Alugurên hilbiajrtinê li Amerîkayê têkçûneke sitratejîk ji bo dagirkeran in
Endamekî Polîtbîroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) diyar kir ku pêşhatên di hilbijartinên Amerîkayê de, ji bo dagirkeran tê wateya têkçûneke stratejîk. Gelek berbijaran bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji bo gelê Filistînê û mafên wan ên rewa anîn ziman.
Basem Naîm, endamê Polîtbîroya Hamasê, destnîşan kir ku pêşhatên dawî yên hilbijartinê li Amerîkayê bi taybetî serkeftina yekalîker a aliyekî siyasî li hemberî rikberê wî, di welatekî xwedî bingeheke demokratîk a kûr de ne tiştekî ecêb e. Lêbelê, wî bal kişand ser guherîneke girîngtir: guherîneke bingehîn di helwesta gelek namzetan derbarê dagirkeran û lobiya Siyonîst de. Naîm diyar kir ku hejmarek namzetan bi awayekî eşkere piştgirî dan gelê Filistînê û mafên wan ên rewa, û di heman demê de ew qirkirina ku li Zîvala Xezeyê pêk tê, şermezar kirin.
Hema çend salan berî nika, helwesta wiha dikaribûn paşeroja siyasî ya her namzedekî bixe xetereyeke cidî; heta dibe ku ew namzed rûbirûyê dozên hiqûqî bibûna, an jî bi dijminatiya li hember cihûyan an piştgiriya ji terorîzmê bên tawanbarkirin. Lê îro, derketina van helwestan di çarçoveya rikeberîyên di hilbijartinê de, nîşana guherîneke girîng e di qada siyasî ya Amerîkayê de. Vî endamê Polîtbîroya Hemasê diyar kir ku ev guherîn bi pêşveçûnên di nava Partiya Demokrat de hevdem bûye; bi taybetî serkeftina namzedên ku nêzîkî alîyên sosyalîst û çepên radîkal in, li hember têkçûna kesayetên ku bi baskê kevneşopî yê partiyê ve girêdayî ne. Li gorî gotina Nayim, vê baskê kevneşop parçeyeke sereke ya strukturên desthilatdariyê yên kûr û siyaseta derve ya Amerîkayê pêk aniye bi taybetî jî di warê piştgiriya bêşert ji bo dagirkeran de.
Ev endamê Buroya Siyasî ya Hemasê, bûyerên ku li Amerîkayê qewimîn wekî têkçûneke stratejîk û karesatek ji bo dagirkeran bi nav kirin; di heman demê de, ev bûyer wekî gaveke stratejîk û pêşveçûneke bi kalîte ya di berjewendiya doza Filistînê de nirxandin. Wî diyar kir ku ev pêvajo dikare bibe alîkar ji bo sînordarkirina polîtîkayên Amerîkayê yên alîgirê dagirkeran, her wiha polîtîkayên wê yên tundrew li herêmê. Di dawiyê de, Nayim spasiya kesên ku di destpêkirina şerê Tofana Eqsayê de ku ew wekî şerê herî girîng ê sedsalê û sedema van pêşveçûnan bi nav dike rol lîstine kir; her wiha pesnê sebat û fedakariyên gelê Filistînê da. Wî destnîşan kir ku ev berxwedan bûye sedem ku helwest û bertekên navneteweyî yên li dijî rejîmên xirabkar û kiryarên wan ên pîs derkevin holê.