Destdirêjîya Rejîma Siyonîst li Rexê Rojava tundtir bûye
Leşkerên Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjîya dijî filistînîyên Rexê Rojava da, tedbîrên leşkerî li bajaroka “Bêyt Emrê” ya ku li bakurê Xelîlê ye tund kirin û hemî rêyên têketinê yên vê bajarokê girtin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên Rejîma dagirker bi çêkirina berbendên bi axê hemî rêyên têketin û derketinê û hemî kolan û rêgehên navxweyî yên bajaroka “Bêyt Emrê” girtin.
Duh jî çavkaniyên nûçeyan ragihandibûn ku leşkerên Rejîma Siyonîst êrişî navçeyên cûrbicûr ên Rexê Rojava kirin û li çend bajaran ji wan li Nablusê û gundan dest bi lêgerrîna malan û girtina filistînîyan kirin.
Çavkaniyên xwecihî herwiha ragihandin ku leşkerên Rejîma Siyonîst êrişeke berfireh li bajarê Nablusê û bajaroka “Cîyosê” li parêzgeha Qelqîliyeyê pêk anîn û bi têketina nav malên filistînîyan, çend kes girtin.