Şehîdkirina 9 filistînîyên din di encama êrişên sîyonîstan ser Xezzeyê da
Çavkanîyên nûçeyan li Zîvala Xezzeyê ragihandin ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên vê zîval êda 9 kes ji wan 2 zarok hatin şehîdkirin.
Li gorî ragihandina berpirsên Nexweşxana Şifa li rojavaya şarê Xezzeyê, meytê 4 şehîdên ji malbatekê piştî êrişa bi bobmeyan ser malekê li Beyt lahîyayê li bakura Zîvala Xezzeyê hatin wergirtin. Li gorî gotina wan, di nav şehîdan da, meytê 2 keçikên 8 u 12 salî hene.
Çavkanîyek emnî jî li Xezzeyê radigihîne ku balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst 2 caran êrişî Beyt lahîya û Kempa Penaberan a Cibalîyayê kirin û hêzên Rejîma Sîyonîst jî konên awareyan u ambolans dan ber gulleyan.
Ajansa Nûçeyan a Fransayê jî ragihand ku di encama êrişa bi xwofirrê ser cîyê kombûna filistînîyan li derdora Mizgevta Qubbeyê da li rojavaya Xan yûnisê, herîkêm 3 kes hatin şehîdkirin u 5 kes jî hatin birîndarkirin.