Mukurhatina Olmert derbara cinayetên cengê yên li Xezzeyê da
Îlon 11, 2026 14:47 Asia/Tehran
Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst mukur hat: Di şerê li Xezzeyê da cinayetên cengê qewimîne.
Ehud Olmert herwiha got ku biryara Dadgeha navdewletî ya Cezayê ya Laheyê derheq hikma desteserkirina Netanyahu u Galant Wezîrê Cengê yê demê yê Rejîma Sîyonîst di çarçova qanûnê da biryareke rast u durist e.
Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst amajeyî cinayetyên li rexê rojavaya çemê Urdinê kir u mukur hat ku hema bêje her roj cinayetek dijî gel bêguneh tê kirin, xelk li mal, zevîyên xwe u li her derî dikevin ber gulleyan û eva tiştek e ku meriv nikare nebîne u jê derbas bibe.
Olmert herwiha got: Lewma ez ji ber kiryarên dewleta Ingilîsê yên dijî Israyîlê matmayî nabim.