Hejmara şehîdên filistînî yên li Xezzê jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360012-hejmara_şehîdên_filistînî_yên_li_xezzê_jorda_çû
Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê di daxuyaniyekî de ragihand ku di encama êrişên 24 saetên buhurî yên Rejîma Siyonîst ser vê navçê de 7 filistînî şehîd û 14 kes jî birîndar bûne.
(last modified 2026-08-31T14:41:37+00:00 )
Tebax 31, 2026 16:52 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên filistînî yên li Xezzê jorda çû

Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê di daxuyaniyekî de ragihand ku di encama êrişên 24 saetên buhurî yên Rejîma Siyonîst ser vê navçê de 7 filistînî şehîd û 14 kes jî birîndar bûne.

Di dewama vê daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê de hatiye; Di 24 saetên buhurî de meytên 5 şehîdan ji wan 4 şehîdên nû û şehîdek ku ji ber giraniya birînan şehîd bûye, bo nexweşxaneyên vê navçeyê hatine veguhestin û 14 birîndar jî bo navendên dermankirinê hatine veguhestin.

Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê herwiha ragihand ji dema cihatina agirbesê li 11`ê Cotmehê heta nika hezar û 318 filistînî şehîd bûne û 4 hezar û 375 kes jî birîndar bûne. Herwiha heta nika meytên 815 şehîdan jî ji bin kelefeyan hatine derxistin.

Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand ku ji dema destpêka şêrr di 7`ê Cotmeha 2023`an de heta nika hejmara şehîdên Zîvala Xezzê gihîştiye 73 hezar û 454 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 174 hezar û 486 kesî.