Koma Ereb li NY: Aştîya navçeyî maye ser bidawîhatina dagirkerîya Israyîlê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i359918-koma_ereb_li_ny_aştîya_navçeyî_maye_ser_bidawîhatina_dagirkerîya_israyîlê
Koma Welatên Ereb li NY ragihand: Aştîya dadmendane, tam u mayinde li herêmê bêyî bidawîhanîna dagirkerîya Israyîlê pêk nayê.
(last modified 2026-08-27T14:49:13+00:00 )
Tebax 27, 2026 15:54 Asia/Tehran
  • Koma Ereb li NY: Aştîya navçeyî maye ser bidawîhatina dagirkerîya Israyîlê

Koma Welatên Ereb li NY ragihand: Aştîya dadmendane, tam u mayinde li herêmê bêyî bidawîhanîna dagirkerîya Israyîlê pêk nayê.

Ulya Ehmed Sêyf Alêsanî Balyoz u Wekîla Qeterê li NY wek wekîla Koma Welatên Ereb di civîna Konseya Emnî têkildarî rewşa Rojhilata Navîn u Filistînê da pêgirî kir ku mafê gelê Filistînê yê destnîşankirina çarenûsê divê ku were berçavgirtin.

Wê herwiha ji jordaçûna hejmara welatên dewleta Filistînê bi fermî nas dikin, pêşwazî kir. 

Alêsanîyê di eynî demê da binpêkarîyên berfire u berdewam ên ji hêla Rejîma Sîyonîst va li seranserê Filistîna Dagirbûyî ji wan neyartîya hibmer plana tam u avakirina dewleta Filistînê şermezar kir.Balyoza Qeterê li NY pêgirî kir: Ev kiryarana qebûlnekirina rasterast a Plana Tam in, bicihanîna wê dixin xeterê u hewlên komkî ji bo bidestxistina aştîya mayinde bi awayekî bingehîn lawaz dikin.