Berteka Hemasê li himberî binpêkirina agirbesê ji aliyê Siyonîstan ve
Tîrmeh 21, 2026 18:41 Asia/Tehran
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemas, binpêkirina berdewam a agirbesê li zîvala Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve protesto kir.
Tevgera Hemasê bi daxûyaniyekê ragihand: Êrişên hovane ku konên awareyan û malên sîvîlên bêguneh dikin armanc destdirêjiya sîstematîk di çarçoveya şerê bi xopan ên Netanyahû ye. Em bang li navbeynkar û welatên garantorê peymana gairbesê dikin ku bila demlidest jibo rawestandina destdirêjiyên dagirkeran bikevin tevgerê. Vê tevgerê her wiha bang li NY jî kir ku bila rejîma Siyonîst neçar bike ku berpirsiyariyên xwe li gorî peymana agirbesê cih bîne.