Li perrava Rojava herî zêde zarokên filistînî hatine kuştin
Saziyeke mafên mirovan a li Filistîna Dagirkirî ragihand ku Rejîma Siyonîst di sala buhurî de 54 zarok û nûciwanan li Perrava Rojava Çemê Urdinê kuştine û hejmara herî zêde ya ji sala 1967`an ve ye.
Saziya Bêtselîmê di vê raporê de ragihand heta dema ku Rejîma Siyonîst parêzbendiya navnetewî li hember cezayan hebe, canê zarokên filistînî di xeterê de ye. Vêsaziya mafên mirovan pêgîrî kir ku Rejîma Siyonîst ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika, hezar û 86 filistînî ji wan 241 zarok û nûciwan li Perrava Rojava Çemê Urdinê kuştine.
Bêtselîmê amajeyî vî yekî kir ku rayedarên Rejîma Siyonîst meytên 18 kesan ji 54 zarok û nûciwanên ku ku di sala 2025`an de hatine kuştin, dizîne û berdewam kir: Ev hejmara zarokan ku Rejîma Siyonîst li Perrava Rojava Çemê Urdinê kuştine cida ji qirkirina zêde ji 21 hezar zarokên li Zîvala Xezzê nîne.