Cotmeh 30, 2024 18:34 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzê jorda çû

Wezareta tendirustiya Xezzê amara nû ya şehîd û birîndarên şêr ragihand.

Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand: Rejîma dagirkir a Îsraîlê 5 cinayet dijî malbatên li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encamê da 102 kes şehîd bûne û 287 kes birîndar bûne. Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand: Hejmara goriyê şerrê Xezzê ji 7`ê Cotmehê ve heta nika gihîştiye 43 hezar û 163 şehîdî û 101 hezar û 510 birîndaran.

Şerrê Xezzê di halekî da derbasî roja xwe ya 390`î bûye ku dagirkiran cinayetên xwe yên li Zîvala Xezzê bi taybet li navçeyên bakûrî yên wek bajarên Beyt Lahiya, Cibaliya û Beyt Hanûnê giran kirine. Para zêde ya goriyên şerrê Rejîma Siyonîst li Xezzê, jin û zarok in.

Serepeyv