Derbeyên giran ên komên Berxwedana Filistînê li leşkerên Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i349894-derbeyên_giran_ên_komên_berxwedana_filistînê_li_leşkerên_siyonîst
Hevgavê roja 294`an a jînûsayda Rejîma Siyonîst û Ameîrkayê dijî xelkê Filistînê li Xezzê û Perrava rojava, komên berxwedana Filistînê li bereyên curbicur derbeyên giran li Siyonîstan xistin.
(last modified 2024-07-26T12:27:34+00:00 )
Tîrmeh 26, 2024 15:51 Asia/Tehran

Hevgavê roja 294`an a jînûsayda Rejîma Siyonîst û Ameîrkayê dijî xelkê Filistînê li Xezzê û Perrava rojava, komên berxwedana Filistînê li bereyên curbicur derbeyên giran li Siyonîstan xistin.

Li gorî rapora medyayên filistînî şervanên Qesam di operasiyoneka hevpar a bi Seraya el Qudsê re, leşkerên artêşa Rejîma Dagirkir nêzî mizgevta El Zelalê li rojhilata Xan Yûnisê dan ber gulleyên hawanê yên Kalîbra Giran û di operasyoneke din de, şervanên Tabûrên Qesam 2 komên leşkerên Îsraîlê kişandin nav du tunelan li kempa Yebna ya bajarê Refehê û piştî ku hêzên wan derbasî nav tunelan bûn, ew teqandin ku di vê operasyonê de hemû hêzên dagirkir hatin kuştin û birîndarkirin.

Tabûrên Qesam herwiha bi bombeya Şuwazê tankeke Merkava ya Îsraîlê li herêma Şêx Nasir a Xan Yûnisê ya li başûrê Zîvala Xezzê kirin hedef û şewitandin. 

Ji hêla din ve Seraya El Quds, baska leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ragihand pevçûneka giran di navbera şervanên vê koma berxwedanê û leşkerên dagirkir ên Siyonîst li bajarê Xan Yûnisê da qewimîne û şervanên Berxwedanê derbeyên giran li dagirkiran xistine. Seraya El Qudsê ragihandibû leşkerên dagirkir û tirombîlên wan derdora deriyê derbasgeha Refehê li başûrê Zîvala Xezzê dane ber hawanan.

Serya El Qudsê herwiha ragihand leşkerên dagirkir di rêya alîkarîgîhandinê li mêhwera Nêtsarîmê jî dane ber hawanan.