Teqezya Hemasê ser berdewamiya berxwedana li hember Rejîma Siyonîstî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i343865-teqezya_hemasê_ser_berdewamiya_berxwedana_li_hember_rejîma_siyonîstî
Tevgera Hemasê ragihand ku hegerên Întîfaza Eqsayê hîna bi hêz in û berxwedan bijardeya Filistîniyan ji bo bidestxistina mafên wan e.
(last modified 2023-09-29T10:29:16+00:00 )
Îlon 29, 2023 13:50 Asia/Tehran
  • Teqezya Hemasê ser berdewamiya berxwedana li hember Rejîma Siyonîstî

Tevgera Hemasê ragihand ku hegerên Întîfaza Eqsayê hîna bi hêz in û berxwedan bijardeya Filistîniyan ji bo bidestxistina mafên wan e.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) îro bi boneya  23`emîn salvegera Întîfaza El-Eqsayê tekez kir: Berxwedana giştalî, bijardeya stratîjîk ya gelê me ye ji bo vegerandina mafên xwe û azadkirina ax û cihên pîroz ji wan  Quds û mizgevta mimbarek a Eqsayê.

Hamasê bal kişand ser vê yekê ku gelê Filistînê bi awayekî hevgirtî  çavkaniya  berxwedanê ye  heta azadkirina ax û hêsîrên xwe dê li ser bijardeya berxwedanê û prensîb û nasnameya xwe  pêgiriyê bikin.

Tevgera Hemasê eşkere kir ku Mizgevta Eqsayê weqfeke  tam îslamî ye  û dê wisa jî bimîne û Rejîma dagirker û faşîst a Siyonîst tu meşrûiyet û serweriya heta bihosteke wê tine.

Li gor nûçeyeke din, Rejîma Siyonîst ji tirsa operasiyonên berxwedanê yên têkoşerên filistînî dest bi liv û tevgerên berfereh li rexê rojavayî kiriye.

Medyayên erebî îro li bara amadetiya ewlehiyê li vê rejîmê ji tirsa operasyonên dijî siyonîstî ya filistîniyan li rojên cejnên cihûyan agahî dan.