Cîhada Îslamî: Pêwendiya me bi Îranê re kûr û stratejîk e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i343848-cîhada_Îslamî_pêwendiya_me_bi_Îranê_re_kûr_û_stratejîk_e
Endamê pilebilind ê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqezî ser peywendiyên kûr û stratejîk ên vê tevgerê bi Komara Îslamî ya Îranê re kir.
(last modified 2023-09-29T01:12:05+00:00 )
Îlon 29, 2023 04:40 Asia/Tehran
  • Cîhada Îslamî: Pêwendiya me bi Îranê re kûr û stratejîk e

Endamê pilebilind ê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqezî ser peywendiyên kûr û stratejîk ên vê tevgerê bi Komara Îslamî ya Îranê re kir.

Îhsan Etaya, endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja pêncşemiyê got: Damezrandina Cîhada Îslamî weke tîrêjekê hêviyê  ser rêya azadkirina Filistînê bû.

Cîhada Îslamî dê  berê xwe bide her aliyekê ku li dijî Rejîma Siyonîst û Amerîkayê sloganan bavêje.

Etaya bal kişand   ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst ne tenê dijminê gelê Filistînê ye, got: hevpeymaniyeke mezin a bi serokatiya Amerîkayê dijminê Filistînê ye. Dijminê siyonîst hejmarek ji fermandarên Cîhadê sirgûnî Lubnanê kirin, lê me karî Cîhadê li Beyrût û Şamê jî berfirehtir bikin.

Vî rayedarê Cîhada Îslamî bal kişande ser vê yekê ku siyonîstan bi tevkujiyan axa Filistînê dagir kirin û destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst bi amadebûna li nav axa Filistînê,di halê talankirina hemû çavkaniyên navçeyê ye.

Etaya destnîşan kir ku hikûmeta Amerîkayê rûyê din ê Îsraîlê ye, lewma em nikarin pê re têkilyê bikin. Lê peywendiya me bi Îran, Sûriye û Hizbullahê re xaleke werçerxanê di perwerdehiya leşkerî û başkirina kiryara me ye.